Rojava News: Ji ber nexweşiya şevba berazan a ku ji virûsa H1N1 çêdibe heta niha li bajarên Bakurê Kurdistanê Amed, Batman, Ruha, Semsûr, Çewlîk û Mêrdînê nêzîkî 10 kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî li nexweşxaneyan têne dermankirin.
Nexweşiya şevba berazan a ku weke virûsa H1N3 tê naskirin piştî Tirkiyeyê li Bakurê Kurdistanê jî hêdî hêdî belav dibe. Bakurê Kurdistanê jî tê de li tevahiya Tirkiyeyê heta niha 463 kes bi vê nexweşiyê ketiye.
Bijîşk hişyarî didin û dibêjin eger zêdebûna kela laşê we ji 5 rojan zêde berdewam bike, rasterast herin nexweşxaneyê.
Li Amedê jî heta niha 16 kes bi şevba berazan ketiye û niha li nexweşxaneyan têne dermankirin. Ji wan 4 kesan rewşa wan giran e.
