Rojava News: Bizîşkekî Kobanî li Austriyayê hat xelat kirin, dibêje jî ku ew xelat “rûmeteke ji wî, Kobanê û Kurdistanê re ye.”
Li gorî nuçeya ku daketiye ser malpera K24ê: Dr. Ezet Efendî Elî ku ji xelkê bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ye û li Austriyayê dijî, xelata “Nîşana Zîvî” di nerştergeriya hestiyan û bizîşkiya werzişî de wergirt.
Dr. Ezet Efendî Elî li ser rûpela xwe ya Facebookê derbarê wê xelatê de nivîsî ye: “Rûmeteke mezin e ji min, Kobanê û Kurdistanê re, ku bizîşkekî Kurd xelata Nîşana Zîvî di warê tenduristiyê de werbigire.”
Dr. Ezet Efendî Elî ji Kurdê gundê Qere Hilincê ya bajarê Kobanê ye, rêveberê nexweşxaneyekê li Kobanê bû, piştre ji ber rewşa bajêr û êrîş DAIŞê ber bi Austriyayê ve koç kir.
Xelata Nîşana Zîvî yek ji xelatên herî girîng ên di warê bizîşkî de ye, ku her sal bi ser 3 bizîşkan tê belav kirin.
