Rojava News: Pisporê Kardiyolojiyê yê Doç. Dr. Osman Sonmez bal kişande ser nexweşên dil û got, “Spor ji bo jiyanake bi sihet tiştekî pir girîng e. Lê nexweşên dil gava sporê dikin divê pir baldar bin. Hinek nexweşên dil pêviste qet sporê jî nekin.”
Sonmez got, “kesên ku bi tevgera zêde sînga wan têşe, kesên ku têrnekirina dil pê re heye, kesên ku hîpertansiyona bê qontrol pê re heye, kesên ku ji ber nexweşiya diyabetê nexweşiya lebatan pê re he ne lazim e sporê nekin.”
Sonmez ji bo sporên bi rîsk jî wiha axivî, “Hinek nexweşên dil divê ji sporên bi pêşbazî dûr bisekinin. Bi taybetî jî sporên rakirina giraniyan, xurtkirina laşê mirov ji bo nexweşên dil pir xeterin. Kesên ku di dilê wan de qûl heye, divê avjeniyê û sporên bilindî qet nekin.”
Pisporê Kardiyolojiyê Doç. Dr. Osman Sonmez destnîşan dike ku, nexweşên dil bi şerta şêwra doqtorên xwe ji bilî sporên extrem dikarin hemî sporan bikin.
