Rojava News: Di hingiv de vîtamînên B1, B2,B5,B6 û C hene. Hingiv di nava xwe de mîneralên kalsiûm, fosfor, potasyûm, kûkûrt, sodyûm, îyot, sifir/paxir, hesin, manganez û madarek çînko jî di hewîne. Ji % 80 ji hingiv sererast tevli xwînê dibe. Herweha di nava hingiv de madeyên ku pêşîya zêdebûnên hemû cûreyên mîkroban bigirin hene. Sexmerata van madeyan, hingiv bi salan bimîne jî xirab nabe.
faydeyên hingiv:
1-Hingiv pêşîya bêwext kalbûna bedenê digire.
2- Hêrsa yên ku ji ber hêrsbûnê nikarin razên aram dike.
3- Ji bo brînên aşikê bi fayde ye.
4- Rehan/damaran fireh dike, zixtê/tansîyona bilind dadixe, dil bi hêz dike û dilkutanê ji holê radike.
5- Bi xwînê ve xwedîbûna hemû alîyên dil pêk tîne, dostê mêlakê/kezeb/cergê reş yê herî başe û xwe bi xwe temîrkirina mêlakê pêk tîne.
6- Ji bo nexweşîyên bronşît, gastrît, bawîbûn, kul û brînên aşik û rûvîyên diwanzdetilî/pêçî şifadar e û hwd.
Herçend enerjîya hingiv zêde be jî, ne jehrîker e, miov nagire. Lê ji ber ku enerjîya mirovan têr nake, dema zêde bê xwarin dibe ku virikî bike, ew jî li gor kesan tê guhertin.
12:46:03
