Rojava News: Kesên ku dixwazin dev ji cixareyê berdin her cara ku dilê wa cixare xwest yek berdax şîr vexin wê hedî hedî dev ji cixarê berdin.
Pizîşka Pispor, Tugçe Kasapoglu Hurkal şîretekê li çixarekêşan ku dixwazin bi jiyanek tendurist bijîn dike, ew jî bi vexwarina perdaxek şîr.
Hurkal dibêje “Gava dilê we xwest ku hûn cixarê bikişînin, beriya ku hûn cixareya xwe vêxin, qedehek şîr vexwin. PH-ya nava devê mirov çiqas asîdîk be, daxwaza nîkotînê jî ew qas hindik dibe.”
Herwiha Tugçe Kasapoglu ji bo kesên ku dixwazin cixareyê berdin, vê pêşniyariyê dike: “Her roj vêxistina cixareya xwe saetek dereng bixînin û her carê cixareya xwe deynin cihekî din, bi vî awayî hûn ê ji tevgera xwe ya ku rasterast destê we diçe cixareyê, hinekî xelas bibin.”
10:28:43
