Rojava News: xewa bi qelîte, standarta jiyana mirov bilind dike, mirov bêtir dikare bala xwe bide ser bûyer û mijaran. Xewa bê qelîte jî, carinan mirovan dibe ber bi depresyonê ve.
Li gorî lekolîneke zanistî ber xewa bê qelîte pirsgirêkên bi vî rengî derdikevin holê; serê sibehan mirov bi awayekî westiyayî ji xew şiyar dibe, mirov bêkêf e û xeyîdandî ye, mirov nikare bala xwe bi de ser hin tiştan.
Di wê derbarê de ji zanîngeha Emqera ya Tirkiyê Prof. Dr.Yucel Anadolu eşkere kir ku ji bo xeweke bi qelîte divê mirov li ser piştê ranekeve. Di vê rewşê de mirov nikare bêhna xwe bide û bigre. Ji bo xeweke bê navber, mirov dikare li ser kêleka xwe an jî li ser rûyê xwe rakeve.
Her wiha Anadolu diyar kir ku ji bo xeweke baş, divê mirov balîfên nerm nede bin serê xwe. Balîfên hişk û bilind baştir e.
