Rojava News: Wezareta Tendirustiya Hikumeta Demkî ya Dijbereya Sûriyê û Wezareta Tendirustiya Tirkiyê li hev kirin, ku 900 bijîjkên Sûrî bi awayekê fermî di nexweşxaneyên Tirkiyê de kar bikin.
Wezîrê Tendirustiya Hikumeta Demkî ya Dijbereya Sûriyê Dr. Mihemed Fîras di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku hejmara penaberên Sûrî li Tirkiyê zêde bûye û gihiştiye 3 milyon penaberan.
Dr. Mihemed Fîras got, Ji ber pirsgirêka ziman, ew nikarin serî li nexweşxaneyên Tirkiyê bidin, lewma Wezareta Tendirustiya Tirkiyê biryar daye ku bijîjkên Sûrî li nexweşxaneyên xwe damezrîne û beşekî taybet ji bo penaberan di nexweşxaneyan de jî dê were avakirin.
Dr. Mihemed Fîras herweha eşkere kir, ku dê Hikumeta Tirkiyê xûleke pizîşkî ji bo 900 bijîjkên Sûrî veke, ji bo ku bikaribin li gorî sîstema nexweşxaneyên Tirkiyê kar bikin.
