13:52:32
Rojava News: Li nexweşxaneya Nanekelî ya nexweşiyên xwînê û penceşêrê li Hewlêrê, zarokekî Rojavayê Kurdistanê tê dermankirin.
Îsal zarokekî 14 salî ye, bi nexweşiya penceşêra mejiyê hestiyan ketiye.
Rewşa wî ketiye qonaxekê de, ku nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê nema dikarin alîkariya wî bikin.
Bi gotina pizişkên wî, divê ku neştergeriyeke lezgîn li welatên derve ji bo Îsa bê kirin, da ku metirsiya li ser jiyana wî rabe.
