12:49:08
Rojava News: Li Cîhanê de tenê walatekî mafê Otenazi ji bo zarokan naskiriye ku ew jî Belcîkaye, cara yekem li ser daxwaza zaroka ji 18 salî biçûktir ji bo mirina wî bune alîkar.
Zaroke kî ku Li Flaman a li vî walatî de jiyan dike û li hember nexwaşiyeke di asta mirinê re tekoşîn dike, ji ber ku êdî nikare li hember êşên ku dikşîne berxwe bide, daxwaza mafê xwe yê Otenazi kiriye.
Rayadarên Belcîka jî, dosyeya wî zarokî bi baldarî lêkolîn kirine. Dan zanîn ku ev zarok xwedî nexwaşiyekiye ku îhtîmala başbuna wê tuneye. Herweha dan diyar kirin ji bo wê zaroka ku temenê xwe nedaye diyar kirin, dinava heftêde Otenazi bikar anîne.
Di Cîhanê de Belcîka weke yekemîn walatê ku mafê otanazi ji bo zarokan nas kiriye tê naskirin. Lê belê di sala 2014 yan de ku li parlemetoyê de ev zagona ku hatiye pejirandin, heya roja îro jî qet nehatiye bikar anîn.
Ev pêkhateya ku di ragehandina navnetewîde buye sedema nerazîbunê, şibandineke bi vî rengî li Holandayê jî heye. Lê bes Holanda berovajî Belcîka vî mafî ji bo zarokên piçûk yên 12 salî nasnake û napejirine. Ji bo daxwaza zarokan ya otanazi divê destura zagonî ya Dayîk û Bavên wan jî habe.
