Rojava News: Lêkolîneka nû aşkere kirîye, ku di rojên bênvedana dawîya heftîyê da, dibe egerê qelewî û nexweşîyan.
Rojnameya Îndîpêndit ya Brîtanî belav kirîye, ku lêkoleran aşkere kirîye demjimêra bîyolojîya mirovî ya hindek kesan, bi awayê razan yan bênvedanê tê guhertin, ku ev jî bi “têkçûna bênvedanên civakî yên dirêj” hatîye bi navkirin.
Wê lêkolînê ku li ser 800 kesan hatîye encamdan, aşkere kirîye ew kesên cudahîyeka mezin dixe di demên razana xwe da, li rojên bênvedan û rojên din yên karkirinê, li hember yên pêgîrîyê bi demên rast yên razana xwe dikin, bêtir qelew dibin û rastî nexweşîyên girêdayî qelewîyê, dibin.
