12:41:17
Rojava News: Netewên Yekbûyî diyar kir ku niha bêhtir ji 18 miliyon nexweşên AIDS niha dikarin bighên dermanê nexweşiyê û got hejmara nexweşan 1.2 miliyonan bilind bûye.
Bernameya netewên yekbûyî bo dijberiya AIDS di rapora xwe de derbarê nexweşiyê diyar kir ku nexweşî li 78 miliyonan ketiye û jiyana 35 miliyonan stendiye ji dema derket û karên dijberiya nexweşiyê rêjeya mirinê bi nexweşiyê bi 45% salanê kêm kiriye, ta giha 1.1 miliyonan tene di sala 2015an de piştî di sala 2005an de 2 miliyon bû.
Herweha bernameyê diyar kir ku di dema ku şerê Vîrûsa HIV ua dibe sedema nexweşiyê di xwîna nexweşan de te kirin û temenê wan dirêj dike û ev tişt dibe berhengarî li ber jêbirina nexweşiyê tevlî ku rêjeya vîrûsê di xwîna hin nexweşan de dibe sifir.
Rêvebirê bernameiya dijberiya nexweşiyê Maykil Sîdîbî diyar kir ku divê nexweş li ser bernameyajiyanê bimeşin ta karibin şerê nexweşiyê bikin.
Herweha navborî diyar kir ku dema temenê nexweşan dirêj dibe dikevin ber metirsiya nexweşên dî de weke Sil, Vîrûsa Sî ya kurçikê.
Hejayî gotine ye ku li gorî rapora Netewên Yekbûyî hejmara nexweşên AIDS yên temena wan ji 50 salî mezintir giha 5.8miliyon kesan û eve rekorek di hejmara nexweşên temen mezin de di dîroka bernameyê de.
