Rojava News: Stranbêja navdar Rîhanna û pismîr Harry yê ji malbata Mîrtiya Brîtînayayê, li welatê Barbadosê bo balê bikşînin ser AIDSê testa HIVê kirin.
Rîhanna û Harry li bajarê Bridgetown ê paytextê Barbadosê ye hatin ba hev û di Roja AIDSê ya Cîhanê de beşdarî organizasyona jêhaybûna ADISê bûn.
Rîhanna û Harry li nexweşxaneyek bajêr bi hevre testa HIVê kirin û derbarê girîngiya testê de hin daxuyanî dan. Pismîr Harry di meha Tîrmehê de li Londrayê li ser Facebookê bi rêya welana zîndî dîsa testa HIVê kiribû.
Test bi rêya standina xwîna ji serê tiliyan tê kirin û di nava 20 deqîqeyan de encam dide.
Pismîr Harry bal kişand ser girîngiya testa HIVê û got cîhan guh nade vê nexweşiyê û wiha pê de çû: ‘Din û çand çi be bila bibe ferq nake divê herkes vê testê bike.'
