Rojava News: Mîna hemû teknolojiyên bûne parçeyek ji jiyana rojane, zerara telefonên destan a li tenduristiyê tê zanîn. Li gorî lêkolîneke nû ya hatiye kirin, li ser rûyê telefonên destan, bakteriyên xetere yên ku bikarhêner bi hêsanî pê nahese, kom dibin.
Xwendekarên biyolojiyê yên Zanîngeha Surrey a Îngilîstanê, ji bo bakteriyên li ser telefonên xwe yên destan lêkolîn bikin, dest bi lêkolînekê kirin. Di vê lêkolînê de perçeyên mîkrobiyolojîk ên li ser telefonên destan, li laboratûvarê bi 37 dereceyan hatin mezinkirin û di encamê de derket holê ku li ser rûyê telefonê (ekran) gelek bakterî kom bûne.
Li gorî lêkolînê, li ser rûyeê telefonên destan bakteriyên ku piraniya wan bê zerar in û li ser çerm, li dev, pişik û rûviyê mirovan tên dîtin, hatin tespîtkirin. Lê belê li ser hin telefonên destan bakteriyên ji cureyê Staphylococcus aureus hat dîtin ku mîna îltihaba pişikê dikare rê li ber nexweşiyên xetere vekin.
Ji Hîndekarên Zanîngeha Surreyê Dr. Simon Park da xuyakirin ku di lêkolîna xwendekaran de hatiye dîtin bakteriyekî bi cureyê Bacillus mycoides ê bi tenê li nava axê tê dîtin hatiye tespîtkirin, ku ev bakterî bi giranî li nava xêzikên ji ber derizîna cama telefonê rû dane, bicih bûne.
Dr. Park her wiha ragihand ku bi sala van bakteriyan tê tespîtkirin ku telefona kesa ya kê ye.
Di xebateke Dibistana Bilind a Furtwangen a li Elmanya de jî, tedbîrên li hemberî bakteriyên di telefonên destan de hatin destnîşankirin. Di xebata ji aliyê Profesorên dibistanê Markûs Egert ve hat meşandin de, telefonên nayên nehatine paqijkirin û yên bi paçekî şil an jî paçê şil ê pê berçav tê paqijkirin hatin rûberkirin.
Li gorî encamên derket holê, li ekranê telefona destan a bi paçê şil hatiye paqijkirin ti bakterî nehat dîtin, lê li telefona bi paçê ziwa hat paqijkirin bi tenê yek ji çar parê bakteriyan jê çûye.
