13:03:50
Rojava News: Lêkolerên Fakulteya Bijîşkî ya Larnera Zanîngeha Vermont a DYAyê, piştî lêkolînên 2015 ku tesbît kiribûn, îsota sora tûj nexweşiyên dil, şêrpence û kêmiya hilmkişînê, bi qasî ji sedî 14 kêm dike, bi zanyariyên xwe yên nû ev tesbît dupat kirin.
Xebata Prof. Dr. Benjamin Littenberg û ekîba wî ku encama wê di govara "PLOS ONE"ê da hat weşandin, îsbat kir ku îsota sor a tûj bi taybet metirsiya nexweşiyên weke dil û iflîcê bi qasî ji sedî 13an kêm dike.
2015an lêkolerên çînî, ingilîz û amerîkî bi xebateka 7 salan 500 kesê çînî şopandin û tomar kirin ku ewên bi pergal baharat û îsota tûj dixwin li gorî yên ku naxwin metirsiya wan ya mirinê ji sedî 14 kêm bûye.
